mehmet atlı

MÜZİSYEN – AKADEMİSYEN

Wenda

sarki

 

Ya Erê Ya Na

 

Wî fistanê sor dîsa li xwe ke

Xwe bixemilîne pore xwe şe ke

Lî siya wê dare ez benda te me

Dereng nemîne dereng nemîne

Sebra min tune dereng nemîne

Ki çi dibêje ne xema min e

Dev jê bernadim, min dil daye te

Mizgîna min bide bêje ya te me

Rûyê min bîkenîne

Bêje ya te me

Ji min re bêje “erê” ji kêfan bifirim

Sing u berê te bibe hêlina min

Ya ji bêje “na” ez jî bizanim

Ya bêje “erê”ya jî bejê “na”

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI

 

 

Pismamo

 

Lo lo Pismamo çima deng nakî?

Serê xwe carek bilind ranakî

Leşkerê dujmin li çiyayê jor in

Weke xweşmêr ji hev bela nakî

Lo lo Pismamo zanim xweşmêr î

Pismamê Rustem yan Êzdînşêr î

Roja halanê, roja lêdanê

Mêr be li meydanê dotmam bi gorî

Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Gelerî
Çavkanî : Serhat Baran
Întro : Mehmet ATLI Muzîka Fîlma “Sî û Ba”

 

Wenda

 

Dijmêrim: ha îro ha sibe

Ha îro ha sibe

Bi çi xwe bixapînim

Nizanim, nizanim, nizanim

Direve xewa min

Direve û nayê nayê

Guh nade dilê min

Guh nade min, har e har e..

Li derve bihar e

Li bîra min tu yî..

çavê min li rê:

mizgîna min nayê

Zêde dibe hesret:

Kêm nabe

Dibe baran:

li ser min dibare

Tu çûyî neçûyî..

Dirêj dibe:

Dawîya şevê nayê

Wenda dibim:

Li dûyê cixarê

Difetisim:

li vî bajarê

Tu çûyî neçûyî..

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI

 

Kennêr

 

Ha min di malan berjêro berjêro

Şevika daran kennêro kennêro

Ca min di malan berjêro berjêro

Çi bikim yara bi mêro bi mêro

Ha min di malan awa çû awa çû

Ber bi mala keya çû keya çû

Bi suwarî hat û peya çû peya çû

Dilê xortan vêra çû vêra çû

Gotin û Muzîk : Gelerî
Çavkanî : Serhat Baran

 

Şino Nino

 

Nêzan yeno virê to nam ê mi,

Nêzan yeno virê to çimê mi?

Pers nêkena ez se ken, senîna

Halê mi perîşano

Serê ma ji vêrenê ma durê pe

vengê ma jê binê rê nêresa

Nêaysa rojê ma nêaysa

ma wurdê ji perîşanê

Se bikî, se bikî, se bikî

Se vajî ka se vajî?

Gula mi ez torê se vajî?

Ez ken nêken nêbeno

bextê mi newiyeno

Şino şino şino

Zorê mi şino

Zera mi şikyena

Hewesê mi remeno

Nino nino nino

Hewnê mi nino

Mirê vanê ‘Memo’

‘Çav û bextê wî reşo’

Mi va: meşo meşo meşo

Kêye to meveso!

No can bê to nêbeno

Oncî zera mi tengo

Şerî-berî, şerî-berî

Destê mi vengo

Zera mi şikyena

Hewesê mi remeno

Van nêvan, van nêvan

Xemê kamîyo

Gotin : Mehmet ATLI
Muzîk : MIRADY

 

Name

 

Êvar e

Baran hûr hûr dibare

Tenê me

Na ne tenê me

Hemû Moskow li gel min gav dav di avêje

Tenêtî karxezalek bû

Nêçîrvanekî hat

Nîşan lê girt

Gavên min nagihêjînê

Êvar e

Baran hûr hûr dibare

Tenê me

Na ne tenê me

Diçim

Cada tije xwe bi pîyê min girê dide

Di bêrîkê min de nameyek

Li zerfekî sor de

Dilê minê duwemin e

Li dide…

Helbest : Evdila PÊŞEW
Muzîk : Mehmet ATLI

 

Pisîk

 

Rojek ji te dûr bikevim

Dinya bi min ne xweş e

Her reng mîna reş e

Neçe…tu qet neçe

Hiş hatiye serê min

Êdi ne wek berê me

Pisîka poz şewitî me

Pisîka şîr rijandîme…

Tiştê çû mekeve dû

Bi xer hat jîyana nû

Ne dereng nejî zû

Îro îro…

Yekşem duşem sêşemê

Her şev tu li cem min bî

Rû bide vî dilî

Hez ke ji min hez ke

Yekşem duşem sêşemê

Sibê, nîvro êvarê

Her roj her şev, her gavê

Ev can ji te têr nabe

Ya were ya jî were

Îro were sibe here

Soza dilê min eşkere

Kî vegere ew ker e!

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI

 

Li Geliyekî

 

Ar girtiye qurm

Û li dorê dileyize

Çi kiribû

Çi bû gunehê dara berû?

Bi min re wê jî şer nexwestibû

Bi min re zarokan,

Bi min re kulîlkê

Û wê qîza xama…

Ku, li dû min stûxwar ma

Û bendî…

Rondik herikîbin şer herikand

Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê

Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,

Hij ma li milkê,

Ramûsan li milkê…

Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de

Û şer dizî ji me xewnên mîrekî

Li gundekî em

Li herêmekê

Dujmin bûna jî malê me pev dima

Neyariya me nedigiha qewmekî

Kengî bûya lev dihatin

Em eydekê,

Erefatekê…

Bi ya helbestê min kir

Û min guh da bilûra şivên:

Hij min aland li destmalek vên

Ramûsan min veşartin li geliyekî

Helbest : Arjen ARÎ
Muzîk : Mehmet ATLI

 

Ay Lê Gulê

 

Rengê te ê pir delalî

Bilbil li ser te dinalî

Te nebînim bi vî halî

Armanc û kedera min î

Ay lê gulê gula min î

Şêrîna li ber dilê min î

Ez gul nadim bi malê dinê Li ser gulê têm kuştinê

Gulê kesk û sor û zer e

Nîşana alê li ser e

Êdî reng spî û gewher e

Şêrîn û peymana min î

Helbest : RÊNCBER
Muzîk : Mihemed ŞEXO

 

Gelawêj

 

Spiya berfê ne paqije

Ne zelale av qasî dilê te

Ronî dibe mîna rojê

Ne delalin kulîlk qasî rûyê te

Porên te keje,

Çavên te gelawêj e

Dişewitîne dihelîne,

Bejna te min dikuje

Ne bese sekinîm li ber deriyê wî dilê te

Ne bese şewitîm peritîm cemidîm ez

Ne bese bêje tu xwedê bêje

Ez nabêjim tu bêje

Stêrka sibê tuyî,

Tîna rojê tu yî

Germa hevînê,

Bêhna bûharê tu yî

Delala min tu yî,

Hevala min tu yî

Bê lome be,

Zalima min tu yî

Kulîlka heftreng î

Jêhatî, pir şeng î

Guh bide vî dengê

Ma ne dujminê min î

Nesîbê min tu yî

Qedera min tu yî

Ji xwedê ve eyan e

Soxîna min tu yî!

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI

 

Qefes

 

Nîve şevê te bixapînim

Ji rêya rast te şaş bikim

Bixwazî nexwazî

Ezê te jî bikim razî

Bi dilê zela, tik û tazî

Werim cem te

Edî rêkê li ber min veke

Guh bidim dengê dilê te

Hela çi dibêje

Çi nabêje?

Birîna kevn êşa berê

Bîr bikim li ser sînga te

Azad bike rizgar bike

Derxîne xwe ji wê hepsê

Bişkîne zincîra tirsê

Bifrîne kewê ji qafesê

Hela çi dike

Çi nake?

Bîne dawiya vê zulmê

Sitûxwar ke li ber evînê

Hela çi dibe

Çi nabe?

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI

 

Havînî

 

Şekir tale tu şêrîn î

Xelq zivistan tu havîn î

Hemû dinya li alîkî,

Ji bo min tu li hêla din ê

Evîndar im min dî nedî

Jana dilê min ne sekinî

Te agir xist li vî canî

Hemû derên min şewitîn

Li dûr li dûr naza dikî

Pir hez dikim tu baş zanî

Dibêjim gavek nêzîk bibim

Him direvî him dikenî

Bejn û bala te zirav e

Rûyê bi ken mîna hîv e

Ew çi çav in! çi xweş nav e!

Were heyran were were…

Gotin û Muzîk
Mehmet ATLI